Rêxistina Piştgiriya Qurbaniyan Li Fînlandiya (RIKU) – Service brochure in Kurdi/Kurmandzi
Service brochure, Kurdi/Kurmandzi (pdf)
Rêxistina Piştgiriya Qurbaniyan Li Fînlandiya (RIKU) qurbaniyên sûc, kesên nêzîka wan û şahidên sûcê rêber dike û piştgirî dide wan.
Bi me re têkilî daynin, heke:
- hûn qurbaniyê sûcekî bûne
- hûn şahidê sûcekî bûne
- Kesên nêzîkên we qurbaniyê sûcekî bûne
- Hûn guman dikin ku hûn qurbaniyê sûcekî bûne û dixwazin serpêhatiyên xwe nîqaş bikin û / an jî şîreta pratîkî bistînin.
Karûbarên me bi tevahî nehênî ne. Hûn dikarin bi têlefonê an serhêl bi me re têkilî daynin – her weha bênav. Her wisa hûn dikarin li yek ji buroyên me hevdîtinek rû bi rû bixwazin. Em ê bêyî razîbûna we di derbarê doza we de agahiyê nedin kesî.
SERHÊL/ONLINE
Malpera Riku.fi di derheqê RIKU û derbarê pêvajoya tawanan de bi zimanên cuda agahiyan dide.
Ger hûn guman dikin ku qaçaxçitiya mirovan an kedxwariyê tê kirin, ji bo piştgirî û şîretê ji help@riku.fi re email bişînin. Hûn dikarin bi zimanê xwe binivîsin.
RIKUchat xizmetek yekser û bêdereng e ku piranî bi zimanê Fînî ye. riku.fi
BI TELEFON
XETA ALÎKARIYA NÎŞTIMANÎ 116 006
Duşem –Înê 9 AM heya 8 PM (piranî bi Fînî)
Xeta Alîkariya Şêwrmendiya Qanûnî 0800 161 177
Duşem – Pêncşem ji 5 PM heya 7 PM (bi Fînî)
RÛ BI RÛ
Buroyên RIKU li dora Fînlandiyayê belaş piştgiriyê pêşkeş dikin. Em dikarin tercûmanek ku nepenîtiya we diparêze bi kar bînin. Agahdariya têkiliyê li ser malperê riku.fi ye.
Her weha hûn dikarin kesekî piştevan bixwazin, ku bikare bi we re hevdîtinê bike, nîqaş bike û şîreta pratîkî bide we. Her weha ew dikare bi we re were qereqola polîs an dadgehê.
RIKU rêxistinek nehikûmî (NGO) ye ku girêdayiyê çi aliyekê siyasî û olî nîne.
RIKU ji bo hemî qurbaniyên qaçaxçitiya mirovan û awayên din ên kedxwariyê xizmetan pêşkeş dike
Gelo ji yên jêrîn yek bi serê we an kesekî nêzîkî we hatiye?
- Ma kesek zextê li we dike ku hûn tiştek neqanûnî bikin an tiştek din ku hûn naxwazin bikin?
- Ma kesek (wek mînak hevjîn, xizm, kardêr) tiştên ku hûn dikin an danûstendina we bi mirovên din re kontrol dike?
- Ma ji we re hatiye gotin ku hûn ji ber hatina we bo Fînlandiyayê deyndarê kesek in an berê we drav daye kesekî?
- Gelo ji we re hatiye gotin ku heke hûn guh neden, hûn ê werin dersînorkirin an destûra rûniştinê xwe ji dest bidin.
- Ma kesek we bi parvekirina agahdariya kesane ya we tehdît dike?
- Ma hûn ditirsin ku wekî mînak kardêr an hevjînê we zirarê bide we an kesên nêzîkên we heke hûn bi wan re nerazî bin an dev ji kar an têkiliyê berdin?
- Ma hûn di derbarê karê ku hûn hatin vir ku bikin an mercên wê de hatin xapandin?
- Ma soz dane we ku maaşek zêdetir ji ya ku niha bi rastî tê dayîn bidin we?
- Ma hûn normal ji heftê pênc rojan an rojane ji 8 demjimêran bêtir bê mûçeyek zêde kar dikin?
- Ma kesek li ser navê we drav an tiştek qerz kiriye an hûn neçar kiriye ku belgeyên ku we jê fam nekiriye îmze bikin?
- Ma kesek hesabê bankê we bi kar tîne an darayîya we kontrol dike?
Heke we bersiva Erê da yek an gelek ji van pirsan, ji kerema xwe bi help@riku.fi re bi her zimanî têkilî daynin an bi yek ji hejmarên li ser malpera riku.fi/trafficking re têkilî daynin.
Service brochure, Kurdi/Kurmandzi (pdf)
READ MORE
Guides
Service brochures in different languages